"Yên dev ji gel berdan û revîn berpirsên vê fermanê ne"
Fermandarê YBŞ’ê Kurtay Şengalî ku dibêje, Kurdên Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de rû be rûyê qirkirineke fizîkî û çandî ma got, pêwîste gelê Êzidî lez bide avakirina pergala xwe ya parastinê û xwe rêxistinkirinê. Şengalî her wisa îşaret bi wê kir ku divê gelê Êzidî li dijî îmhayeke topyekûn yekîtiya xwe saz bike û hêza xwe ya parastinê YBŞ’ê mezin bike
ROJNEWS / ŞENGAL
Kurdên Êzidî di dîrokê de di gelek qirkirinan re derbas bû. Lê, di qirkirina Tebaxa 2014’an ya Kurdên Êzidî de bihezaran kes hatin qetilkirin, bihezaran kes dîl ketin dest û bihezaran kes jî ketin ser rêya koçberiyê. Ango ji komkujiyên din cûda komkujiyeke topyekûn bû. Lê, ev komkujiya ku Kurdên Êzidî weke fermana 73’an bi nav dikin ji 72 fermanên din cûdatir hem di warê fizîkî û hem jî di warê çandî de bi temamî tinebûna Êzîdiyan hedef digirt.
Dijminên mirovahiyê û yên Kurdan dixwastin bi destê çeteyên DAIŞ’ê gelê Êzidî di qirkirineke fizîkî re derbas bikin. Fermandarê YBŞ’ê Kurtay Şengalî jî dibêje, dixwastin gelê Êzidî di qirkirineke fizîkî re derbas bikin û yên man jî bi qirkirineke çandî tune bikin. Kurtay Şengalî armanca hêzên qirker ya ji qirkirina Kurdên Êzidî û piştî qirkirinê jî çi hedef dikin ji ajansa me re nirxand.
‘Berpirsên fermanê ewê ku gelê Êzidî di nava fermanê de terk kirin û reviyane’
Kurtay Şengalî ku bi bîranîna şehıdên fermanê û tevahî Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Berê niha jî 72 ferman pêk hatin. Lê, fermanên berê niha zêdetir tunebûneke fizîkî li pêş didîtin. Ji ber di vê fermanê de tenê zilaman dikuştin û bi vî awayî dixwastin qirkirineke fizîkî pêk bînin. Çeteyên DAIŞ’ê jî hewldan qirkirina fizîkî û ya çandî bikin. Ev ne weke fermanên berêbû. Weke fizîkî tunebûn tişteke cûdaye lê, weke çandî bi temamî tunebûn, tunebûneke topyekûn e.
Avakarên sîstema kapîtalîst gelê Êzidî asîmîle dikin û hewl didin wan ji çanda wan dûr bixin. Gelê me yê li Şengalê berê niha li çiyayan de bûn û bi vî awayî xwe diparastin. Lê, rêveberiya beriya beriya fermanê gelê Şengalê ji çiya daxist û bi vî awayî jî pêşî Ii fermanê vekir. Xwe di deştêde parastin hîn zehmettire. Eger bi çekan êrîşê xelkê sivîl bike, ew jî ji bo xwe xilas bikin, wê li rêyeke revê bigerin. Gelê Êzîdî bawerî dabû PDK’ê û hikûmeta Iraqê lê, di fermanê de gelê me yê Êzidî bi awayeke eşkere ji aliyê van hêzan ve hatin firotin. Yên berpirsê fermanê ewên ku gelê Êzidî di dema fermanê de terkkirin û reviyanin. Wê teqez hesap ji berpirsên fermanê were pirsîn.”
‘Ji bîr kirina fermanê pêşî li fermanên din vedike’
Şengalî di heman demê de berxwedana gelê Êzidî ya li gundê Koço, Girzêrik û Şengalê bibîrdixe û dibêje, ev der li dijî êrîşên çeteyan demek li berxwedan û wiha pêde çû: “Gelê me heya guleya dawiyê li berxweda. Lê, dema tişteke ku pê şer bike nema, neçar ma ku cihê xwe terk bikin. Divê em hêzên ku ne hiştin ev ferman bi temamî biçe serî û pêşî lêgirtin ticarî ji bîr nekin. Hêza destpêkê hat YPG bû û paşê jî hêzên HPG’ê gihîştin herêmê û gel ji fermanê xilas kirin. Derî vekirin û bihezaran gelê Êzidî bi wî awayî ji wir derxistin. Hêzên HPG’ê û YPG’ê her cûre alîkariyê ji gelê me re kirin. Yên ku qet cihê xwe terk nekirin jî hebûn. Li cihên ku man li berxwedan. Berpirsyarên vê fermanê ewên ku gotin, emê vir biparêzin lê, terk kirin revîne ne. Me vana tev ji bîr nekiriye. Ji bîr kirina vêya wê bibe sedema pêkhatina fermanên din. Niha rast nîne ku gelê bi madîyat ve girê didin. Madiyat gelê me di fermanê de xilas nekir, manewiyat wêy xilas kir. Bi vê fermanê re hewl didan gelê me yê Êzidî ji ser van axan mişext bikin. Berê gelek Êzidiyan dan Ewropayê û xwastin wana bihelînin. Beşeke gelê me yê ku vêya ferq kirin vegeriyan. Piştî fermana dawiyê heya niha berxwedaneke mezin pêşket. Ji saya şehîdên me vîn û hêz derket holê.
‘YBŞ-YJŞ bersiva fermana 73’an e’
Şengalî diyar kir ku bi vebûna korîdorê re gelê Êzidî xwe kom kir û weke encam vêya got, “Ji bo ji fermanê re bibin bersiv di nava wan zehmetiyan de hêza xweparastinê ya gelê Êzidî YBŞ hate avakirin. Weke gava destpêkê xwe li hember hemû zehmetiyan perwerde kir û amade kir. Bi vî awayî karî li ser piyê xwe bisekine û bibe îrade. Bi destpêkirina pêngavan re gundên Êzidiyan yên derdora Şengalê azad kirin. YBŞ û YJŞ ji bo ji van ferman re bibin bersiv hatin avakirin. Rêveberiya zordar û dîkdator nedihişt jinên Êzidî bibin xwedî ti mafekî. Jinên Êzidî vêya qebûl nekirin û bi çek bûn. Hêza xwe ya YJŞ’ê mezin kirin. Hîna jî bandora fermanê heye. Lê, Êzidî meclîsa xwe damezrandin û hatin wê astê ku xwe bixwe birêve bibin. Di mijara xweseriyê de gavek avêtin. YBŞ her roja paştir zêdetir mezin dibe. Yê parastina gelê Êzidî dike YBŞ’e ye. Lê, hîna jî gelê me yê Êzidî yên di wargehan de dijîn hene. Em ji wana dixwazin ku dûbare vegerin Şengalê. Weke YBŞ em ji bo vegera wan hewldan didin.